159
guhartin
Rêz 283: | Rêz 283: | ||
Bi hêviya ku ev nivîsar derwazeyek be ji bo awirdana bêtir di jiyana vê navdara Kurd de û bi dehan kesayetî û zana û bilîmetên din ku hêj di rûpelên dîrokê de wek pêwîst nehatine tomarkirin û jiyana wan bi nediyarî maye. | Bi hêviya ku ev nivîsar derwazeyek be ji bo awirdana bêtir di jiyana vê navdara Kurd de û bi dehan kesayetî û zana û bilîmetên din ku hêj di rûpelên dîrokê de wek pêwîst nehatine tomarkirin û jiyana wan bi nediyarî maye. | ||
Jêrenot û Jêder: | |||
(1) Meşahîrul Kurd û Kurdistan fîl ehdul îslamî, Mihemed Emîn Zekî Beg. Wergera: Sanîhe Zekî Beg, cilda duyem, çapkirin: 1945 Bexda, weşanger: Çapxaneya el Neqîd el Ehliye, Bexda. | |||
(2) Tarîx Xuy Mihemed Emîn Riyahî, rûpela 275. | |||
(3) Destana Zerî Xanim di pirtûka Dr. Mihemed Hisên Paplê Êzdî de bi navê Şazade Hemam bi zimanê farisî. Û (eldûrul mensûr fî tebeqat rebatul xidûr wel meşahîrul nîsa, danîna Zeyneb Fewaz (bi erebî). | |||
(4) Survival among the kurds, history of the Yezidies, 1993. | |||
(5) Jina Kurd di Dîroka Cihû de, Esînat Barzanî, Ciwan Umer (Awêne). | |||
(6) The.illustrated-news London.12.6.1854 | |||
(7) Ev wêne ji aliyê (Neuville) hatiye kişandin, sala 1867 ji aliyê (Le Tour du Monde) li Parîsê hatiye belavkirin. | |||
(8) Der Adler von Kurdistan Kamuran Aali Bedir-Khan, Herbert Oertel Voggenreiter, 1937 - 144 pagina's | |||
(9) Bersiva nameya Enstîtûya Bajarê Maraşê: Maraş Avucumda [email protected] | |||
Ma 26-10-2020 21:21 | |||
Merhaba, Kara Fatma'yla ilgili bildiğim her şeyi, ilgili yazılar altına ekledim. Gerçek kimliğine dair daha fazla bilgim yoktur malesef... | |||
(10) Caroline (2005). Osman`s Dream: The History of the Ottoman Empire. | |||
Bi dirêjahiya dîrokê dijminên kurdan a li berjewendiya wan bû kirine bi navê xwe, berevajî jî tiştên din xistine stûyê me, binere (Siwarên Hemîdî) û komkujiya ermeniyan, hemû hewldan kirin da komkujiya ermeniyan têxin stûyê gelê Kurd, her çiqas pêta wî agirî em jî şewitandin, lê nekarîn wî karê kirêt ê li dijî mirovatiyê li ser kurdan bikin mal. Yekem, em ne dewlet û dewletdar bûn. Duyem jî, tiştê Siwarên Hemîdî li dijî ermeniyan kir, berteka (taşnak)an bû ku destên xwe ji kurdan nediparastin û bi sedan jin, mêr û biçûkên kurdan hetikandin, dawiya dawî dema artêşên Osmaniyan hatin da berevaniya tirkan bikin, careke din Kurd wek hergav bêkes û tenê man, lewra bi bêgavî çend serokhozên Kurd daxwaz ji Siltan Hemîd kirin da alîkariya leşkerî bi wan re bike û ser û malên wan ji çeteyên (Taşnak) biparêzin. Siltên jî ew daxwaz pejirand û ew jî bûne Siwarên Hemîdî, di heyfa wê bobelata ku anîbûn serê jin, keç, pîr û peyayên Kurd, heyfa xwe ji ermeniyan hilanîn. Her çiqas naxwazim bi gotineke tenê jî piştgirî û rewatiyê bidim vî karê ku kirin. | |||
(11) Başibozuk bi zimanê tirkî û di serdema siltanên Osmanî de ji wan kesan re hatiye gotin ku bi awayekî ne leşkerên nîzamî bûn û di artêşa Osmanî de bûn. Pirraniya wan başibozukan Kurd, Alban û Çerkez bûn, bi giştî tî ji wan hemûyan re hatiye gotin ku ne Tirk bûn. Ev başibozuk bi mêrxasî û çavnetirsiyê naskirî bûn û carine ji artêşa Osmanî re jî bela û kêşe bûn bi taybetî jî Kurd, herwisa başibozuk di rastiyêde nasnavekî wan î xerab hebû û pîşe û karê wan çetetî, şêlandin, talankirin, dizî û serkêşî bû. | |||
(12) 19/12/2019 the Kurdish national movement: its origins and development, pg.45. | |||
(13) Li hin cihan peyva Amazon an Amazona Nû (The New Amazon) û (Orleans) ji bo Fatereşê bi kar hatiye, em giring dibînin derbarê herdu peyvan de zelalkirinekê bidin. Amazon tê wateya sûper qehreman, qehremanek nimûneyî (Super Heroes) di eynî demê de jî navçeyek li Brazîlê ye. | |||
(14) Her çiqas navê bajarekî li Fransayê ye, lê jêdera peyvê grekî ye û ji bo navê keçan bi kar hatiye an ku keçek an jinek ji zêr (gold). | |||
(15) Divê em li vir wê yekê rast bikin ku wê rojnameyê zanyariyên xwe yan di dema taypkirinê de li şûna 500 çekdaran amaje bi 500 jinên Kurd kiriye. Hêjayî gotinê ye ku tenê du keçên karguzar bi Fatereşê re bûn. Hin peya jî kulfetên wan bi wan re bûn û li pişt wan, li ser hespan bûn, lê ne 500 jin bûn. | |||
(16) Ev jinên Kurd bi ruhekî fanatîzm çiyayên Kurdistanê li şûn hiştibûn, palner û amadebûna wan tenê ji bo wê yekê bû li jêr ala pêxemberê xwe li çiyayên Kurdistanê ji aştî û aramiyê beşdarî wê cengê bibin (Lallustracion, hejmar 1854a). | |||
(17) Rojnameya Pall Mall, roja sêşemê, 13.10.1887, hejmar 7043). | |||
(18) Ez dixwazim li vir bînim bîra we ku ev ne tenê yekem plana tirkan di serdema Mistefa Ataturk de bû. Belê berê jî eynî kar bi (Simkoyê Şikak) re kirin. Wek nimûne em ê li vir qala wê nameyê bikin ku di bîranînên (Refîq Hilmî), cildê duyem, rûpela 387an de hatiye: Qomandanê cengê (Besrî Beg) serokerkanê cengê bi îmzeya xwe şandiye (Buz Demîr) li Rewandizê (Buz Demîr) li jêr navê (belgeya hejmar 9 di deftera bîranînan de nivîsiye) Sîmtqo helbet merema wî (Simkoyê Şikak e) tirk û îraniyan bi vî awayî navê wî hildane! dinivîse Simkoyê Şikak kesekî hîlevan e, bi saya zîrekiya xwe xencera ku hilgirtiye dê di dema wê de biweşîne. Hizira serxwebûnê di qoqê wî de ye. Herwisa dibêje: Simko di nav hozên kurdan de pile û payeya wî mezin bûye. Desthilat peyda kiriye ku ew jî bo hikûmeta me ya millî an ku (hikûmeta Mistefa Kemal) dest nade. Têkçûna me pê re ji bo me ne qenc e. Niha heke hûn bikarin, merema wî (Buz Demîre) hewldanê bikin û propoganda di nav eşîran de belav bikin û wan tev bidin bibin dijminên Simko (ingilîzan jî eynî rê bi Şêx Mehmûdê Hefîd re meşandibûn) bi rastî bi vê xizmeteke mezin ji hikûmetê re cîbicî dikin, belav bikin ku Simko bi diravên ingilîzan vê şoreşê dike, ji bo qezenca xwe û ingilîzan xwîna kurdan dirijîne. Ev karê berî 100 salî yê tirkan bû. |