159
guhartin
(Rûpela nû: "Bi dirêjiya dîrokê li tevahiya navçeyên Kurdistanê, me bi hezaran caran nav û medhên cor bi cor ê jinên wêrek û serkirdeyên aza bihîstiye. Jina dahêner, cengawera w...") |
|||
Rêz 244: | Rêz 244: | ||
Pirr in ewên ku hewla reşkirina Fatereşa Kurdan didan, nemaze di serdema Mistefa Kemal Ataturk de jinek bi eynî navî çêkirin û ew wek serkirde û qehremana cenê nîşan didan. | Pirr in ewên ku hewla reşkirina Fatereşa Kurdan didan, nemaze di serdema Mistefa Kemal Ataturk de jinek bi eynî navî çêkirin û ew wek serkirde û qehremana cenê nîşan didan. | ||
Rojname û kovaran pirr li ser dinivîsîn û wêneyên wê di kuçe û kolanan de belav dikirin. Ev kar jî ji bo wê yekê bû da Fatereşa Kurdan tarî û winda bikin û navê wê di bîra xelkê de nehêlin, çunkî piştî wefata Fatereşê bi dehan sal jî di nav tirkan de her qala qehremaniya Fatereşa Kurdan dihate kirin. Her ji bo vê jî Qerefatma anîn meydanê û heta asta pêwîst ne tenê li ba tirkan, lê belê li ba kurdan jî Fatereşê tehrîf û reş kirin. | Rojname û kovaran pirr li ser dinivîsîn û wêneyên wê di kuçe û kolanan de belav dikirin. Ev kar jî ji bo wê yekê bû da Fatereşa Kurdan tarî û winda bikin û navê wê di bîra xelkê de nehêlin, çunkî piştî wefata Fatereşê bi dehan sal jî di nav tirkan de her qala qehremaniya Fatereşa Kurdan dihate kirin. | ||
Her ji bo vê jî Qerefatma anîn meydanê û heta asta pêwîst ne tenê li ba tirkan, lê belê li ba kurdan jî Fatereşê tehrîf û reş kirin. | |||
Mihemed Bayrak di kitêba xwe de bi navê (Jina Kurd) bi zelalî amaje dide wêrekî, lehengî û cudahiya karakterê jina Kurd û Fatereşê wek nimûneya çavnetirsî, dilêrî û serxwebûnê tîne û dibêje: Tirkan hewl dan şiyana vê jina Kurd veşêrin û xwestin wê di nav çanda xwe de winda bikin. Herwisa dibêje: Bi dirêjahiya dîroka împeratoriya Osmanî, ji xêncî Fatereşê, jinek nebû beşdarî cengê bûbe. | Mihemed Bayrak di kitêba xwe de bi navê (Jina Kurd) bi zelalî amaje dide wêrekî, lehengî û cudahiya karakterê jina Kurd û Fatereşê wek nimûneya çavnetirsî, dilêrî û serxwebûnê tîne û dibêje: Tirkan hewl dan şiyana vê jina Kurd veşêrin û xwestin wê di nav çanda xwe de winda bikin. Herwisa dibêje: Bi dirêjahiya dîroka împeratoriya Osmanî, ji xêncî Fatereşê, jinek nebû beşdarî cengê bûbe. | ||
Rêz 257: | Rêz 259: | ||
Wê çaxê ji te re derdikeve planên tirkan ji bo mihandina dîroka neteweyeke wek Kurd çawa serkeftî bûne. (18) | Wê çaxê ji te re derdikeve planên tirkan ji bo mihandina dîroka neteweyeke wek Kurd çawa serkeftî bûne. (18) | ||
Fatereşa tirkan navê wê yê rastîn Fatma Seher Erden e, sala 1888 li bajarê dagirkirî yê Bakurê Kurdistanê li Erziromê ji dayik bûye. Piştî hilweşîna Osmanlî û di destpêka cenga cîhanî di sala 1919 de diçe Sêwasê, ew cihê ku Mistefa Kemal kongre lê girê dide û pêwendiyê bi Mistefa Kemal re didane û dibe dosta wî. Piştî vê Mistefa Kemal grûpeke 45 jinî jê re birêk dixe û Fatma Seher dike seroka grûpê. Êdî piştî mezinkirin û reklamên curbicur, bi xwesteka ku di dîroka tirkan de jineke mînanî Fatereşa kurdan hebe, çunkî ew baş dizanin ku hemû rojnameyên ewropî û amerîkî Fatereşê wek jineke Kurd dane nasîn, cîwarê yekem ê Fatereşê Kurdistan û çiyayên Kurdistanê bi nav kirine. Rojnameyek ji wan rojnameyan nîne nebêjin: Fatereş dotmîra Kurdistanê. Lewra jî bi bername Fatma Seher a tirk mezin kirin û li hin deran dibêjin: Beşdarî cenga grekan (yewnanan) bûye, serkirdatiya 700 çekdarên mêr kiriye. Heta karîn Fatma Seher bikin jineke qehreman a sexte ya Tirk. Her çiqas di malpera Betlîsê de, wê jî wek kurda Erziromê didin nasîn. Lê ez bi xwe, tiştekî wisa neketiye ber çavê min, ji bilî ku li bajarekî kurdî wek bajarê Erziromê yê Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye. | Fatereşa tirkan navê wê yê rastîn Fatma Seher Erden e, sala 1888 li bajarê dagirkirî yê Bakurê Kurdistanê li Erziromê ji dayik bûye. Piştî hilweşîna Osmanlî û di destpêka cenga cîhanî di sala 1919 de diçe Sêwasê, ew cihê ku Mistefa Kemal kongre lê girê dide û pêwendiyê bi Mistefa Kemal re didane û dibe dosta wî. Piştî vê Mistefa Kemal grûpeke 45 jinî jê re birêk dixe û Fatma Seher dike seroka grûpê. | ||
Êdî piştî mezinkirin û reklamên curbicur, bi xwesteka ku di dîroka tirkan de jineke mînanî Fatereşa kurdan hebe, çunkî ew baş dizanin ku hemû rojnameyên ewropî û amerîkî Fatereşê wek jineke Kurd dane nasîn, cîwarê yekem ê Fatereşê Kurdistan û çiyayên Kurdistanê bi nav kirine. | |||
Rojnameyek ji wan rojnameyan nîne nebêjin: Fatereş dotmîra Kurdistanê. Lewra jî bi bername Fatma Seher a tirk mezin kirin û li hin deran dibêjin: Beşdarî cenga grekan (yewnanan) bûye, serkirdatiya 700 çekdarên mêr kiriye. | |||
Heta karîn Fatma Seher bikin jineke qehreman a sexte ya Tirk. Her çiqas di malpera Betlîsê de, wê jî wek kurda Erziromê didin nasîn. Lê ez bi xwe, tiştekî wisa neketiye ber çavê min, ji bilî ku li bajarekî kurdî wek bajarê Erziromê yê Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye. | |||
Ji bextê çê, ti rojnameyeke ewropî û amerîkî navê wê neanîne, bi şêweyeke din ewqas giringî pê nedane. Herwisa di sala 1920an de xelata jina qehreman diyarî wê kirin, hevdem çi ji bo Fatereşê hatiye kirin eynî tişt ji bo Fatimeseher dubare kirine, bi vê jî ranewestiyan û di 27.04.2017an de rêzefîlmek bi navê (Qerefatim) di 25 xelekan de tomar kirin. Bi vê jî hîn bêtir girewa dirûna xwe birin û Fatereşa kurdan û dotmîra Kurdistanê di hizira takekesên Kurd de bêreng kirin, bi awayekî kar li ser kirin zehmet e ku qala Qerefatimê bê kirin û ew rêzefîlm neyê xeyala tirkan. | |||
Li vir ma em bêjin, xwesteka me vegerandina Fatereşê li cîwarê wê yê yekem bû ku Kurdistan e. | |||
Kurd e, ji ber ku tirkan hewleke zêde dane da di çanda xwe de wê bikin Tirk û wê asîmîle bikin ku ev kar ji wan re neçûye serî. Paşê hatine û dibêjin: Fatereş ser bi hozeke tirkmen e, bi navê hoza (Sînmîlî) ku (bi dîtin wan hozeke tirkmen e), lewra li gor hemû belgeyên ku me raxistin ber çav, Fatereş dûr an nêzîk dilopek xwîna tirkî yan tirkmenî di laşê wê de nebû, ne ji hozên tirkî û ne tirkmenî ji dayik nebûye. Lê belê li şax û çiyayên Kurdistanê û ji dê û bavekî Kurd li Kurdistanê ji dayik bûye. Belge jî ji bo kurdbûna Fatereşê ewqas bes e ku Siltan Ebdilmecîd jê re dibêje: Tu bi vê hemû dilêriyê çima bi tirkî nizanî!? Bersiva Fatereşê jî, bê tirs dibêje: Heke tu bi kurdî zanibî, hewce nake tu bi tirkî biaxivî. | |||
Ne tenê ne tirk û tirkmen bû, lê zimanê tirkî jî nizanibû! Bi berevajî, di pirtûka Kamîran Bedirxan de amaje pê hatiye kirin ku Fatereşê ji bilî ku ji siltanî re gotiye: Heke tu bi kurdî zanibî, hewce nake tu bi tirkî biaxivî. Herwisa dibêje: Heke te tirk nas bikira, tu bi tirkî nediaxivî. | |||
An ku Fatereşa kurdan li gor wan belgenameyan, navê rastîn ê Fatereşê (Asiye) ye, wek ku me li gor amaje pê kir. Di rojnameya (L`ILLUSTRATION 1854 N 581 KARA FATIMA, L` HEROINE DU KURDISTAN) wek Qerefatim qehremana Kurdistanê amaje bi navê wê kiriye. Herwisa di rojnameya (PALL MALL Gazette, November 1887), wek amazon an ku qehreman navê wê hatiye anîn. Li ser hin ji grafîk fotoyan hin ji rojnameyên fransî wek (le princesse kurde) navê wê hatiye anîn an ku dotmîra Kurdistanê. | |||
Li gor temamiya belgename û rojnameyên biyanî, tirkî û cîhanî (Fatereş) Kurd bû, ji çiyayên Maraşê hatiye wek yekem jin di dîroka artêşa Osmanî de beşdarî cenga herî bixwîn bûye, di sedsala 19an de ku ew jî Cenga Qirimê bû. | |||
Bi hêviya ku ev nivîsar derwazeyek be ji bo awirdana bêtir di jiyana vê navdara Kurd de û bi dehan kesayetî û zana û bilîmetên din ku hêj di rûpelên dîrokê de wek pêwîst nehatine tomarkirin û jiyana wan bi nediyarî maye. |