Qamişlo

Ji Kurd collect
Jump to navigation Jump to search
11951946 283001.jpg

Qamişlo, bajarekî Başûrê Rojavaya Kurdistanê ye.

Bajarê Qamişlo bajarekî nû ye ku li ser zemîneke dîrokî ye ku, berî sînordanîna navbera Sûrî û Tirkiyê, ya bajarê Nisêbînê bû. Li gorî Samiyê Mele Ehmedê Namî, li ser zimanê bavê xwe, dibêje ku: "Frensî di 20 tebaxa sala 1926an de bajarê Qamişlo bi endezyariyeke pir rast û dirûst û bi destê endezyarekî frensî hat danîn û avakirin". Zemîna ku Qamişlo li ser wê hatiye avakirin pan û fireh e.

Niha nêzîkî 500.000 mirov tê de hene; 70% ji wan kurd in. Qamişlo qezaya parêzgeha Hesîçeyê ye. Li Qamişlokê balafirgeh heye, 6 km dûrî bajêr e.

Qamişlo dikeve navbera bajarê Serê Kaniyê (120 km li Rojava), bajarê Dêrikê (100 km li Rojhilatê) û Hesîçe (85 km li Başûrê Rojava). 30 km dûrî Amûdê ye, ji Dirbêsiyê jî 60 km (li rojava), ji Tirbespî 30 km û Rimêlan 60 km (li Rojhilatê) dûr e.

Qamişlo bi nav û darê Qamişloka Evînê ye.

Sûka Qamishlokê 1997.jpg

Taxên Qamişlokê

  1. Anteriye
  2. Beşîriyê
  3. Cirnek
  4. Cirneka Piçûk
  5. Elaya
  6. Erbewiyê
  7. Hileliye
  8. Kornîş
  9. Mehete
  10. Mehmeqiya
  11. Meyselûn
  12. Qanat Swês
  13. Qidûrbek
  14. Qisûr (Taxa Koşkan)
  15. Siyahî
  16. Sîna'a (Taxa pîşesaziyê)
  17. Taxa Bergîlan
  18. Taxa Tey
  19. Taxa Xerbî
  20. Wista (Taxa Navendê)

Dîrok Şerê li nav beyna Ebasî û Emewî li cihe bajarê çêbû.

Li navberî sala 1914-1922 piştî qirkirina pitir ji 250.000 asûriyan li Tirkiyê û hatina asûriyan û herwesa kurdan, bi damezrandina îstgeheke trênê vî bajêr li sala 1925-1926an hat sazkirin.

Di meha avdara 2004an de leşkerên Sûriyê piştî raperîna gelê kurd li wê bajarî pêtir ji 30 kesan kuştin û bi sedan birîndar bûn û bi hezaran girtin.