Dîlok

Ji Kurd collect
Jump to navigation Jump to search
SSSSSA.jpg

Dîlok (wekî Dilok, Diluk, Duluk û Dûluk jî tê nivîsandin; bi tirkî Gaziantep) bajarekî li Bakurê Kurdistanê ye.

Li bakurê Kelêya Dîlokê girek heye. Taxa derûdora wî girî heta demeke nêzik bi navê Kurdepe, anko Girê Kurdan (Kürdtepe), dihat zanîn lê dewleta tirkan ew nav guhart û kir Türktepe.

Li Dîlokê hewşa heywanet a herî mezin a Tirkiyê heye û Parka Yeşilvadi heye. Parka Yeşilvadi parka tewr mezın a Tirkiyê ye.

Niha (2015) şaredarê Bajarê Mezin a Dîlokê Fatma Şahin e.

Nav û kronolojiya bajar

Gaziantepweb.jpg

Navê bajêr yê kevn Dolike (Doliçe). Ibn Xurdadbeh ji pertuka xwe El-Mesalik Wel Memalik sala 893z navê Diluk bikaranîe. Piştre ji alî ereban ve navê Eyntab li bajêr hatiye danîn. Navê bajêr ji alî Tirkên ve jî sala 1928'an de wek Xazî Eyntab (Ghazi-Ayntab) Gaziantap hatiye guhertin.

Erdnîgarî

Çiya

Li herêmê çiyayên bilind tunene. Çiyayê Sof yê herî bilind e (1.496 m) li herêmê. Çiyayê Duluk (1.250 m), Gureniz (1.069 m), Ganîbaba (1.100 m)

Çem û gol

Çemê Reş ji Gola Reş dertê. Deşta Îslahiyê bi ava Çemê Reş tê avdan. Çemê Efrînê ji çiyayê sofê dertê. Bi Çemê Reş re dibe yek û xwe valadikin Gola Amikê. Çemê Merzîmên jî ji çiyayê Duluk û Sam dertê. Çavkaniya çemê Nîzîpê li çiyayê Sofê li gundê Dulukê ye. Çem şaxek çemê Firatê ye.

Hesin, krom, fosfat, Kalkar û dolomît madenên herî pirin ku li herêmê ji bin erdê dertên.

Babetên heywanan

Herêm ji alî babetên teyrên kovî pir dewlemend e. Wekî din gur, hirç, xezal, berazên kovî, çeqel, keroshk û bizinên ser çiyan jî li herêmê peyde dibin.

Dîn û civak

Civaka bajarê Dîlokê 55 % Tirk, 26 % Kurd û 18 % jî Ereb û 1% etnîkê dinin.

Îslam li herêmê xurt e. Henefî û Elewîtî zavên teşkîl dikin.

Li herêmê ciyên zewî û tirbeyan jî hene. Hinek ciyên zewîyên ev in: Şurahbil bin Hesen (Kilîs), Şêx Mansûr û Duluk Baba.

Xwarinên herêmê


Herêm ji alî çanda xwarinê pir dewlemend e.

Şorba şêrîn: birinc bi avê tê kelandin û piştre bi dims (doşab) rê hinek din tê kelandin û tê serwîs kirin.

Şiveydiz: goşt bi nokan re di beroşê de tê kelandin. Pîvaz û sîrên hurkirî dikeve navê û heta nerm bibe tê kelandin. Piştre hêkek dikeve navê û hinek din jî tê kelandin. Rûnê sorkirî û nane bi ser tê reşandin û tê xwarin.

Kutilkên dagirtî beqlewe kebab babaqenûç. Babetên boregan û patatêsên dagirtî hinek ji xwarênên herêmê ne.

Kronolojî

Berî Îsa(zayîn)

  • 1200 -600 Dema Hîtîtiyan
  • 689 - 539 Dema Medîan
  • 539 - 331 Dema Persan
  • 331 - 323 Dema Mekodoniyan
  • 69 Hukumdariya Kommegene
  • Piştî Îsa (zayîn)
  • 72 - 395 Dema Romayiyan
  • 395 - 628 Dema Sasaniyan
  • 636 Dema Ereban
  • 998 Dema Merwaniyan
  • 1077 Dema Selçûkiyan
  • 1098 Dema Xaçliyan
  • 1186 Dema Eyubîan
  • 1517 Dema Osmaniyan
  • 1923 Dema Tirkiye