Şablon:ThirdSection

Ji Kurd collect
Guhertoya 19:45, 23 çiriya paşîn 2022 ya ji aliyê Manu (gotûbêj | beşdarî) ve
(cudahî) ← Guhertoya kevintir | Guhertoya niha nîşan bide (cudahî) | Guhertoya nûtir → (cudahî)
Jump to navigation Jump to search

Hesen Hişyar

Hesen-hisyar-serdi-by-rebwar.rashid.jpg

Hesen Hişyar (1897 Amed - 1985 Qamişlo) kurdperwer, nivîskar, helbestvan û dîroknasekî kurd bû. Di sala 1897an de li gundê Serdê 70 km bakurê rojhilatê bajarê Amedê di navbera Hênê û Liceyê de hatiye dinê.

Di nav salên 1920î de bi tevgera kurd re dikeve danûstendinê. Têkiliya Îhsan Nûrî Paşa bi navçeyên Hênê û Liceyê pêk tîne. Di liberxwedana neteweyî ya Şêx Seîdê Pîran a sala 1925an de bi şêweyekî kariger cih digire. Piştî şikestina liberxwedanê Hesen Hişyar birîndar tê girtin û di dadgehê de tê arihkirin. Ji ber biçûkiya temenê wî darvekirinê dikin 15 salan hebs. Lê piştî bûriya giştî ya 1928an ji girtîgehê derdikeve, diçe Amedê û dikeve karê dewletê, dibe kargêr û rêveberê cergeya tabûya Qulpê.

Dema ku liberxwedana Agiriyê dest pê dike Hesen Hişyar xwe digihîne Agiriyê û wekî şervan cih digire. Piştî têkçûna liberxwedanê bi Îhsan Nûrî Paşa derbasî Îranê dibe. Di sala 1934an de diçe Sûriyê û li Binxetê akincî dibe. dreje...