Cudahiya di navbera guhertoyên "Karîna Osêyan" de

Ji Kurd collect
Jump to navigation Jump to search
Rêz 31: Rêz 31:


Pirtûkeke min e helbestan bi navê '''BÊDENGIYA XERÎBIYÊ''' ye hatiye çapkirin.
Pirtûkeke min e helbestan bi navê '''BÊDENGIYA XERÎBIYÊ''' ye hatiye çapkirin.
* Tomarek taybet ji (Karîna Osêyan) bo KurdCollect, li ser kar û çalakiyên wê.


[[Category:Kesayetiyên Kurd]]
[[Category:Kesayetiyên Kurd]]

Guhertoya 11:21, 27 îlon 2022

Ez Karîna Osêyan ji êla Sîpka, qebîla Îsediza me.

217778666 .jpg

Malbeta min, mala Silo ê Memê, hatine Ermenîstanê li gundê Hekko (Telînê) ji yêra Qersê gundê Êngûkû. Bavê min Torinê Silo, Dayika min jî Hadiryan Kulik ji qebîla Rojkaniya ye, ji Axbaranê gundê Poştê, malbata dayika min koçî Gurcistanê dike.

Ez li bajarê Gumiryê li 19/09/1982 (Lênînakanê) ji Dayik bûme.

Piştî çend salan, mala bavê min, mala xwe barkirin Rusyayê li bajarê Yaroslavê cîhwar bûne.

Jiyana min li nav xerîbiyê û koçberiyê derbas bûye.

Min helbest nirx daye helbestê û ji biçûktiya xwe da jê hezkiriye. Bi alîkarya dê û bavê xwe, min helbest jiberkirine hînî helbestê bûme.

Di mala min da, me timê bi kurmancî xeber daye.

Piştî hatina Ewropayê, û li xerîbyê, ez gelek motacê xwendin û xeberdana miletê xwe bûme.

Paşî ferman, qirkirina Şengalê sala 2014-a li xerîbya Ewropayê, min bi xwe ra biryar daye, binvisîm li ser kela dilê xwe ra.

Ez niha li Franyayê bajarê Lîonê dijî. Min xwendina xwe berdewam kiriye, di zanîngeha bijîjkî de.

Niha li klînîka onkolojî weke hemşîre kar dikim, hînbûna xwe jî didomînim.

146800550ا.jpg

Armanca min e ku bibim bijîşka radyolojîst.

146473363 .jpg

Her weha ez karê wergerê li nexweşxanê û caran jî di dadgehê de dikim.

Ez dayika 2 zarokan im.

Pirtûkeke min e helbestan bi navê BÊDENGIYA XERÎBIYÊ ye hatiye çapkirin.

  • Tomarek taybet ji (Karîna Osêyan) bo KurdCollect, li ser kar û çalakiyên wê.